Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewildan li Îsraîlê Bo Ava Kirina Hikûmetek Yekgirtî


Serokê Îsraîlê roja Çarşemê li gel serokê hikûmetê Benjamin Netanyahu û rikeberê wî Benny Gantz civîya jibo ku di hefteyekê de kesekî destnîşan bike jibo ava kirina hikûmetê.

Encamên fermî yên hilbijartinên 17î Îlonê divê îro Çarşemê piştî nîvro bigehin serokê Îsraîlê Reuven Rivlin , da ku li gur yasayê di hefteyekê de kesekî jibo avakirina hikûmetê destnîşan bike, her jibo wê mebestê li gel Netanyahu û Benny Gantz civîya ye.

Tê çaverê kirin ku her îro Çarşemê kesek bihê binav kirin bo ava kirina hikûmetê, lê dîtin hene ku dibe destnîşankirina kesekî bo piştî bêhnvedana "Rosh Hashana" sersala nû ya Cihûyan li rojên Duşem û Sêşema hefetya li pêşîya me bihê paş xistin.

Partiya "Şîn û Spî" bi serokatîya Gantz û partîya Lîkud ya rastgir bi serokatiya Netanyahu dest bi danûstandinên avakirina hikûmetek yekgirtî kirîye, lê tê xweyakirin ku di gelek pirsan de hêjî nêzkî hev nebûne, bi taybet derbarê kanê kî dê serokatîya hikûmetê bike.

Şeva Çarşemê ewê serok Rivlin li gel herdu serkeftiyên hilbijartinan, Netanyahu û Gantz bicive, ev dê bibe cara duyan piştî hilbijartinên 17î Îlonê li gel herdu berpirsan biaxive, û hewil dide heru berpirs li ser hikûmetek yekgirtî lihev bikin.

Serok Rivlin soz daye ku ew hemû hêza xwe bikar bîne, jibo ku hikûmetek yekgirtî ava bibe da ku carek din hewcedarî hilbijartinan nebin, ku dê bibe sêyemîn hilbijartin ji dema hilbijartinên Nîsana îsal.

Serok Rivlin di axiftineka xwe ya roja Çarşemê de ku di ahenga sala nû ya Cihûyan de, li hember dîplomasiyan got"Bi nêrîna min rêya rast bo dewleta Îsraîlê îro ew ku hikûmetek hevpeymaniya li ser astek berfireh bihê avakirin". Û ezê hemû hewildanan bikim bo vê armancê, Rivlin got.

Ji hejî bîrxistinê ku di hilbijartinên 17î Îlonê de encamên herdu partiyên sereke "Şîn Û Spî" bi serokatiya Gantz û Likud bi serokatiya Netanyahu gelek di nêzî hevbûn û kesek ji wan bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike.

XS
SM
MD
LG