Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Garîbe Gezer Dixwazin Tirkîye Sedema Mirina Wê Zelal Bike


Parezeren Garîbe Gezer
Parezeren Garîbe Gezer

Girtîya Kurd Garîbe Gezer di 9’ê Berfanbarê de, ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaelî, jîyana xwe ji dest dabû.

Parêzerên malbata Gezer, têkildarî lêpirsîna êşkence û destdirêjîya seksî ya Gezer li Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxê Stenbolê preskonferansek li dar xist.

Parêzeren malbata Gezer, Eren Keskîn, Jîyan Tosun, Berîtan Kalbîşen û Veysî Eskî daxuyanî da.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn da zanîn ku di dosyaya êşkence û destdirêjîya seksî ya sîstematîk a Garîbe Gezer de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn.

“Biryara dozger bi tevahî dijî hiqûqê ye. Di vê dosyayê de gelek delîl hene ku Gezer bi Kurdî ji birayê xwe re ye behsa kiryarên nebaş kiriye. Lê, gotinên Gezer nayên nirxandin û tên paşguh kirin. Herwiha di dîmenên kamerayên ku ji me hatin veşartin de nehat gotin ku Gezer li erdê hatiye kaş kirin.”

Yek ji parêzerên Gezer, Veysî Eskî jî da zanîn ku piştî mirina Gezer bi awayekî lezgîn dosyaya destdirêjîya seksî destpê kir.

"Dozger îfadeya çavdêr Denîz Tepelî digire. Tepelî dixwaze li ser sûcê kuştin û desdirêjîya seksî îfade bide. Lê dozger nahêle Tepelî biaxifê û pirsan bike. Piştre jî dozger di derbarê dosyayê de biryara nedomandina dozê dide. Niha jî Tepelî jibo îfadedayînê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de ye. Emê îtîrazî biryara neşopandinê ya dosyayê bikin.” Wî got.

Tevî ku piştî mirina Gezer ya li Zindana Kandira ya Kocaelî, ku dikeve bakur rojaveyê Tirkîyê, rêvebirîya zindanê îdia kiribû ku Gezer xwe kuştiye, malbata ew îdia red kiribû.

Parêzer bi bîr tînin ku Gezer berî mirina xwe bi rêya wan û bi nameyên xwe ragihandibû ku ew bi tena serê xwe li hucreyekê tê hiştin û dibe armanca êşkenceya sîstematîk û gardîyanan destdirêjîya seksî li wê kirine.

MEB_1_6_22_Parezeren_Garîbe Gezer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG