Breaking News

Gates: Koreya Başûr Mafê Hey Bersiva Her Hêrişeka Koreya Bakûr Bide

Wezîrê Berevanî Robert Gates.
Wezîrê Berevanî Robert Gates.

Wezîrê Berevaniya Amerîkî dibêje Koreya Başûr mafê hey ku bersiva her hêrişeka nû ya Koreya Bakûr bide, belê ew bizavê dike ku misoger biket hirişeka wesa ya pêdivî nebît.

Robert Gates roja Pêncşembî ev têbîniye dan demê ligel karbidestêt mezin yêt Japonê kom bû, ku dibîte welatê duwê ew diçîte seredana wan di geriyana xwe de bo sê welatêt Asya.

Demê pisyar jê hate kirin ka herê Amerîka dê li dijî hêrişeka firokêt Koreya Başûr dijî Bakûr rawestît, Gates got her welatekê mafê hey ku berevaniyê ji xwe biket beramberî her hêrişeka azrandinê.

Belê Gates her wesa got ku babetê serekî yê danûstandinêt wî vê heftiyê li Çînê û Japonê li ser hindê bûn da nehêlin azrandineka dî biqewime.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG