Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Fermana Asayîşê li Duhok Dezgayê 'GAV News' Tê Girtin


Gav News Logo
Gav News Logo

Asayişa Duhok roja 11-13-21 fermana daxistina dezgayê Dicitîal Mediayî GAV News da ku li Duhok Weşana xwe bi zimanê Kurdî dike.

Hêzên asayîşa Duhok çûne navenda GAV News û kilîla deriyê saziyê ji berpirsên GAV News stand û berê staf û karmendên saziyê dan malên wan. Asayîşê Gav New girt bê ku belgek yasayî hebe, weke mediya navxweyî û saziyên berevankariya rojnamegeriyê dibêjin.

Dengê Amerîka li bajarê Duhok xwest li ser girtina Gav rêveberî û stafê wan li ser egerên girtina biaxivin, lê kes amade nebû çi daxyunanîyan bide ji ber ku hêzên asayîşê belênname ji wan wergirtine ku çi çalakîyên rojnamevanî encam neden û tu daxuyaniyan nedin tu kenalên mediyayî û saziyên mafên mirov û berevankarên rojnamevan û rojnamegeriyê li herêmê.

Derbarê heman mijarê têkilî bi rêveberîya asayîşa Duhok re hat danîn da ku derbarê sedemên girtinê bipirsin, lê dîsan ew jî amade nebûn biaxivin û daxuyaniyê bidin Dengê Amerîka.

Li Duhok çend çalakvan û rojnamevanan derbarê girtina sazî û dezgehên mediyayî bi vî awayî bo Dengê Amerîka ramanên xw par ve kirin, pêşî rojnamevan Silêman Alîxan got " Girtina her dezgehek medyayî bê biryara dadgehê di berjewendîya herêma Kurdistanê û destelata herêma Kurdistanê de nîne, bi taybet divî wextî da."

Herwiha çalakvan Segvan Ertîsî di bêje "Ev rûdane wesa didin xweyakirin ku welatê me başurê Kurdistanê bi giştî bi herdu zonan ve behra pêtir biryarên hêzêne di ser biryarên yasayê re ne."

Muhsin Ebdulrehman yek ji kesên çalak di Mediya Civakî de dibêje "Sazîyên roşenbîrî û yên ragihandinê derbirînê ji hestên miletî dikin û derbirînê ji jîyan û jîyara civakê dikin di vê demê bêne girtin biryarek nebaşe."

Hêjay gotinêye ku Gav News beşeke ji kompaniya Palo ya pexş û weşanê li Duhok.

Derbarê girtina Gav News ji aliyê asayîş û hêzên ewlekariyê ve li Duhok, reaksyon derketin holê pêşî Navenda Metro (Metro Center) ya berevankariyê ji rojnamevan û rojnamegeriya li Herêma Kurdistanê ku bingeha wê ya sereke li bajarê Silêmaniyê ye, derbarê girtina Gav News daxuyaniyek weşand û dibêje "Senterê Metro radigihîne ku girtina Gav News, rastiya wê yekê diyar dike ku azadiya karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistana Îraqê pirî astengî û binpêkirine." Metro Senter daxuynî di malpera xwe ya fermî da weşandî ye.

Daxuyaniya Metro Senter dîsan dibêje "Roja Şemiyê demjimêr 8ê sibê hêzeke asayîşê çûne ser ofîsa Gav News li bajarê Duhokê daxwaz ji wan kirîye ku kilîlan radest wan bikin û nabe tu daxuyaniyekê bidin saziyên ragihandinê."

Raporta Duhok 14 11 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG