Lînkên eksesibilîtî

Amerîka di Vekolîna Rûsya de Gavên Nû Diavêje


Komîsyona Îstixbaratê ya Civata Nûneran ya Amerîka, ji Wezareta Dadê û Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) belgeyên derbarê peywendîya Serok Donald Trump û Rûsya xwestin.

AP’ê ragihand ku komîsyonê, bi nameyeke ku di 1’ê Îlonê de ji Wezareta Dadê re şandîye dîyar kiriye ku di 24’ê Tebaxê de ji wezaretê û ji FBI’ê belge xwestine.

AP’ê da zanîn ku her du sazîyan jî belge heta 1’ê Îlonê neşandine û ji ber wê dem heta 14’ê Îlonê hatiye dirêj kirin.

Li gor nameyê, komîsyonê hemî belgeyên derbarê îdiayên maytekirina Rûsya ya di hilbijartina seroktîyê ya 2016’an ya Amerîka xwestine.

Ji alîyê din ve, li ber e ku Komîsyona Dadê ya Senato jî sibê Pêncşemê kurê Serok Trump, Donal Trump Jr guhdar bike.

Jêderên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin da zanîn ku Donald Trump Jr, ewê di rûniştinekê de, ku ji çapemenîyê re girtî ye, pirsan bibersîvîne. Senatorên ne di komîsyonê de jî dê beşdarî rûniştinê bibin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG