Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên 'GAV News' li Duhokê Rastî Astengiyan Tên


Gav News Logo
Gav News Logo

Ji bo romalkirina hatina awarên Şengalê bo Duhok û Zaxo li Sihêla Gav NEWS weke her kenalek din di xwast romala hatina awarên Şengalê bike, lê hêzên leşkerî û yên ewlehîya wê deverê kel û pelên wan yên karê rojnamevanî jê wergirtine û nehiştine romala hatina awaran bikin.

Gelek hewl û bizav hatin kirin ku kel û pelên wan lê vegerînin lê heta amadekirina vê raportê kel û pelên wan lê nevegerandine, ev jî dibe sedema xemgînî û nerihiyeta rojanamevanan li herêmê ku berdewam pêşîlkarî dijî karên rojnamevanî tên encamdan.

Sendîka rojnamevanên Kurdistanê ligel layenên peywendîdar axvîne jibo ku alavên wan yên rojnamevnaiyê vegerînin lê ew hewildan heta iha bê encam man.

Peyamnêrê Gav NEWS di bêje ku ne tenê kel û pelên me yên rojnamevanî ji me standin belku mobayil û hin alavên me yên şexsî jî ji me standine.

Mêhvan Mecîd peyamnêrê Gav NEWS li ser vê bûyerê ji Dengê Amerîka ra axifî û û got "kesek bi rotbek eskerî payeberz hemî kel û pelên me ji me standin û di bêjît bawernama tomarkirina tirumbêla m ejî birye ez nizanim senewî (wereqên tomara-ed) tirumbêlê çi peywendî bi karê rojnamevanî heye".

Ev bûyer di demekî da rûda ku cîhanê cejna rojnamegerîya azad digêra li 5-3-22 lê li cem me li herêma Kurdistanê rêgirî li karên rojnamevanî û mîdyayî tên kirin û rojnamevan tên êşandin û zîndankirin.

Zêdebarî derketina yasyaa rojnamevanî ya jimare 35 li 2007 ji perlemanê Kurdistanê jibo rêgirî li karê rojnamevan û mîdyakaran neyê girtin, lê dîsan jî ew yasa vala imîne û serderî ligel nayê kirin, dadgeh jî rolê xwe nabînin.

Ji layek din ve ku bizanîn bizav û helwestên sendîka rojnamevanên Kurdistanê çine li hember van renge binpêkirinan ji layê hêzên ewlehî û leşkerî ve dengê Amerîka xw gihand berpirsên sendîka rojnamevnan jî.

Karwan Necîb parêzerê sendîka rojnamevanan li Duhok bo Dengê Amerîka axvî û got "desteserkirîna kel û pelên rojnamevanî yan yên her dezgayekî bêy hiç belgeyek qanunî hevdije di gel qanuna jimare 35 ya 2007 ya ku ji perlemanê Kurdistanê derketî.

Di berdewamîya axftina xweda Karwan dibêje "sendîka rojnamevanên Kurdistanê bi rêya lijna dakokî û berevanîkirin ji mafê rojnamevanan helwêstê xwe daye û dîyar kirîye ku eve karek ne qanunîye nabe bi ti rengekî kel û pelên rojnamevanan bêne desteser kirin."

Hêjay bîrxistinê ye ku Gav News saziyeke dîcîtalî mîdyayê ye û xwedî destora fermîye ji sendîka rojnamevanên Kurdistanê li Duhok lê eve çendîn carin gef li vê saziyê tên kirin û heta hewildana girtîna wê bi yekcarî hatiye dan ji layê hêzên ewlehî ve.

Raporta Duhok 08 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00
XS
SM
MD
LG