Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskara Pirtûka "Keçên Kobanê" di Panelekê de


Pirtûk: "The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage and Justice"
Pirtûk: "The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage and Justice"

Sêşemê bi rêya onlayn Encûmena Têkiliyên Derve- CFR paneleke taybet bo nivskara pirtûka Keçên Kobanê rêxstin bi armanca danûstandinên li ser naveroka pirtûka Gayle Tzemach Lemmon ya ku serdana bakurê rojhilatê Sûriyê kirbû di demên cûda yên şerê li dij DAIŞê de.

Pirtûka "Keçên Kobanê, Çîroka Berxwedan û Dadweriyê "ku navnîşana pitûkekê ye ku çrîoka rastîn ya şervanên jin yên Kurd û yên navnetewî ye, ku di nava rêzên Yekîneyên Parastina Jinê YPJê de şerê DAIŞê dikin

Gayle Tzemach Lemmon
Gayle Tzemach Lemmon

Di panelê de pêşî birêz James M. Lindsay niviskar Gayle Lemmon pêşkeş kir û pirsên xwe yên pêşî arasteyî wê kirin, di bersivdanê de Gayle bal kişand ser şerên Yekîneyên Parastina Jinan YPJê li Kobanê, Minbij, Raqa û Baxo, û kanê rolê wan di rizgar kirin û kontol kirina herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê de çibû.

Gayle got, çîroka mezin ji Kobanê destpê kir û piştî ku DAIŞê sala 2014an Şengalê dagîr kirî û hezaran jin û zarokên Êzidî girtîn û zilam kuştîn, û kirîn û firotina jinanên Êzidî dikir.

Gayle got, rewş pir aloz bû di wê demê de ku rêveberiya Obama hewil dida ji Îraqê û Sûriyê derkeve, êrîşa DAIŞê bo ser Şengalê destpê kir.

Gayle behsa wêrekî û îdolojiya Jinên şervan kir û li dor pirsa nêzîkbûna wan ji îdolojiya seerokê PKKê Abdullah Ocalan yê ku niha girtîye li Tirkiyê. Gayle got ew Ocalan weke xwediyê fikra rizgariya jinê dibînin û îdolojiya xwe ji wî distînin dema gotbû "heta ku jin azad nebe civak azad nabe".

Gayle got, jinên şervan weke herkes dizane dema ku li Kobanê hatbûn çember kirin ji aliyê çekdarên dewleta Îslamê DAIŞê de wan kêm çek hebûn, kêm rahênanên leşkerî û heta kêm xwarin jî hebû, lê rêveberiya wî çaxî ya Barack Obama alîkarî da heta Koban hatî rizgar kirin.

Galye behsa sermoniya serkeftina piştî Baxozê kir, ku li gel 35 jinên şervan ku bi hevre bûn û dipirsîn kanê qunaxê piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞê dê çibe û Amerîka dê çi bike, dê çi çê bibe?

Herwiha wê behsa kesayetiyên di pirtûka xwe de kir yên weke Newroz, Rojda û Narîn û yên din, heta behsa çîroka jineke Amerîkî ya çepgir kir, ku ji New Yorkê tevlî yekîneyên YPJê bibû û şerê DAIŞê dikir.

Gayle piştî endêşeyên şervanan yên piştî rizgar kirina Baxoz dem pirsîbûn dê pêngava din çibe got "Me dî ku 2019ê Tirkiyê êrîşî rojhilatê Sûriyê kir" û behsa biryara Trump kir ya destberdana ji Kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku gelek kes ji wê biryara Trump dilgiran bûn.

Galye got, Keçên Kobanê ji pêş hemû jinan ve û li şûna hemû civaka navnetewî şerê DAIŞê kir wan harî Amerîka kir û 10 hezaran qurbanî dan û wan erd vegerand û kontrola herêmê dikin, rêveberiya Biden jî rûbiruyê heman pirsgirêkê ye Galye got, ku "Ew hêvîdare ku bi rêya dîplomasî rêveberiya Biden rolê xwe bibîne".

Gelek pirs derbarê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê ji Gayle hatin pirsîn, ku ew jinên çekdar nêzîkî PKKê êne û Tirkiye hevalbenda NATO ya Amerîka ye, dê çi çê bibe?

Gayle got "hêvî heye ku dîplomasiya Amerîka ewqas bihêze ku rê bibîne û bi rêkên danûstandinê rewş baş bibe nek bi rêyên leşkerî".

Derîyê pirsan ji mêhvan û guhdarên panelê re vebû wan pirs û nêrînên xwe arasteyî Gayle kirin, yên weke bandora jinên YPJê li ser jinên li Herêma Kurdistana Îraqê? Herwiha pirsa nêzîkbûn û têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞê û rêzxistinên Jîhadî re? Û Duberiya di nava Kurdan de Amerîka dikare wan çawan nêzîk bike?

Gayle bi şêweke dîplomasî bersiva wan pirsan da û hêvî xwestin ku her tişt bi diyalog û danûtandian bidawî bibin.

XS
SM
MD
LG