Li gorî AAA, ku cara yekem di çend mehan de, bihayê giştî yê gazê li ser astê niştîmanî yê seranserî Amerîkayê daket xwarê.
AAA (American Automobile Association) ku saziya endeksa bihayê gaz û elektirîkê li Amerîkayê dişopîne û destnîşan dike di raporta xwe de ev yek ragihand.
Bihayê gazê li ser astê niştîmanî piştî ku mehek berê ji 4.51 dolarî derbas bûbû, piştî ku Yadaşta Lihevtêgihîştinê hat îmze kirin bihayê her galonê daketiye jêr 4 dolaran.
Ajokarên li wîlayetên wekî Georgia, Virginia, Kentucky, Missouri, û Minnesota dikarin bi bihayên hîn erzantir bibînin.
Di heman demê de, bihayên petrolê bi giştî li bazaran dadikeve. Zêdebarî ku bihayê gazê daketîye jî lê dîsan li gor sala par hêjî ne gihaye astê xwe yê asayî.
Guhertinên bihayan di demekê de tên ku Serok Trump dibêje ku divê Amerîkî li bendê bin ku gaz û petrol bi saya rêkeftina lihevtêgihîştinê ya nû ya rêveberiyê bi Îranê re hîn erzantir bibin.
Serok Trump duh jî di dema Konferansa Rojnamevanî de li Evian ya Frensayê dema civînên koma G7 bidawî hatin got, "bihayê enerjiyê bi giştî daketîne û borsa jî bilind bûye."