Wezareta Saxlemî ya Gaza ya bin kontrola Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 30,000 kes hatine kuştin ku piranîya wan kuştîyan jin û zarok in.
Li gor ragihandina wezaretê di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 70,000 kes birîndar bûne.
Wezareta Saxlemî ya Gaza li herêmê tekane sazî ye ku hejmara kuştî û birîndaran radigihîne, lê ew eşkere nake ku ji kuştîyan çend sîvîl û çend çekdar in.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar kiribû ku ew ji demeke dirêj vir ve bi Wezareta Saxlemî ya Gaza re dixebite û ser berhevkirina agahîyan pesna wê wezaretê dabû.
Artêşa Îsraîlê dide zanîn ku hêzên wê li Gaza nêzî 10 hezar "terorîst’’ kuştine.
Îsraîlê dîyar kiribû ku di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de li başûrê welêt bi qasî 1200 kes hatine kuştin û 253 kes jî wek dîl hatine girtin.
Hin rehîne piştre di navbera mirovahî de li hember girtîyên Filîstînî hatibûn berdan.
Jêder: AP