Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê Ji Bo Gihandina Alîkariyan bo Gaza Çalakiyên Leşkerî Bi Awayekî Taktîkî Rawestandin


Artêşa Îsraîlê îro Yekşemê ragihand ku dê li hin beşên başûrê Gaza, di çalakîyên xwe yên leşkerî de rawestandina taktîkî ya rojane dîyar bike, da ku alîkarîyên zêdetir têkevin nava Kerta Gaza.

Artêşê got ku çalakîyên leşkerî wê rojane ji seat 5’ê sibê heya 4’ê piştnîvro derbazdar bibe, heya daxuyanîyeke din.

Wê da zanîn ku rawestandin wê li serenserê rêya ku ji derîyê sînorî Kerem Şalom ber bi rêya Selahedîn û ji wir ber bi bakur ve diçe derbazdar be ku bi giştî bi dirêjahîya 12 km ye.

Artêşê got ku rawestandin îro Yekşemê destpê dike, roja ku misilmanên li Gaza û serenserê cîhanê din dest bi pîrozkirina Cejna Qurbanê dikin.

Lê artêşê destnîşan kir ku şerê li bajarê Refahê û heremên din wê bidome, ku Îsraîl lîwayên mayî yên Hamasê dike armanc.

Biryara artêşa Îsraîlê piştî gotûbêjên bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û rexistinên alîkariyê yên navneteweyî re hat.

Rêxistinên alîkarîyê yên navneteweyî bi berdewamî hişyarîya mezinbûna qeyrana mirovî li Kerta Gaza didin.

Ger ew bidome, rawestandina sînordarkirî ya şer dikare bibe alîkar ku hin hewcedarîyên jîyanî yên Filîstînîyan werin peyda kirin , ku di hefteyên dawî de bi ketina Îsraîl nava Refahê hîn bêtir zêde bûne.

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û li gor karbidestên wî welatî bi qasî 1200 kes kuştin pirtir ji 250 kes jî dîl girtin, gur bû.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar dike ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 37,000 kes hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG