Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemiya Gaza: Nexweşxaneya El-Şîfai Karê Xwe Hilawêst


Berdevikê Wezareta Saxlemîya ya Gaza ragihand ku xizmetên li nexweşxaneya El Şîfa ya herî mezin ya li herema Filistînê, îro Şemîyê ji ber ku sotemenîya wê qedîya ye, hatine rawestandin.

Berdevikê wezaretê Dr. Eşref El-Qidra ji Reutersê re got ku, "Di encamê de di beşa lênerîna pitikan de, zarokek nû ji dayik bûbû miriye ku 45 pitikên din hê di wê beşê de hene."

Li gor şahidan, di tevahîya şeva borî de, di navbera hêzên Îsraîlî û çekdarên Hamasê re li bajarê Gaza û derdora wê ku nexweşxaneya El-Şîfai li wir e, şer û pevçûn bi tundî berdewam kirine.

Artêşa Îsraîlê heya niha bersîva şîrovekirina van daxyanîyên ji alîyê Filistniyan nedaye.

"Rewş ji ya ku her kes xeyal bike xerabtir e. Em di hûndirê navenda El-Şîfai de dorpêçkirî ne û dagirkeîyê piranîya avahîyên li navendê xistine," Qidra bi têlefonê got.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku mîlîtanên Hamasê jêr nexweşxaneya El-Şîfai û li nexweşxaneyên wek navendên fermandarîya komê bi kar tînin û ew nexweşan û sivîllên li wir dikin mertalên zindî.

Hamas karanîna nexweşxaneyan û sivîlan wek mertalên zindî red dike û karbidestên saxlemîyê dibêjin ku êrîşên Îsraîlî li ser û derdora nexweşxaneyan, karmendên bijîşkî û bi hezaran awareyên li wir in dixin metirsîyê.

"Hêzên dagirker kesên ku li hûndirê navendê de tevdigerin gulebaran dikin, ev yek jî derfeta me ya derbazbûna ji beşeke bo beşa din sînordar dike. Hin kesan hewl dan ji nexweşxaneyê derkevin û ew hatin gulebaran kirin, "Qidra got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku li nexweşxanaye El-Şîfai elektrîk û înternet qutbûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG