Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Gaza Dibêjin Îsraîlê di Êrîşên Dawî de 32 Kes Kuştine


Xwepêşandeke 11'ê Tîrmehê li Orşelîmê ku daxwaza berdana dîlên di destê Hamasê de dike.
Xwepêşandeke 11'ê Tîrmehê li Orşelîmê ku daxwaza berdana dîlên di destê Hamasê de dike.

Wezareta Saxlemî ya li Kerta Gazayê, ku Hamas birêve dibe, îro Înê ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 32 kes hatine kuştin.

Ji alîyekî ve danûstandinên ser berdana dîlan didomin, li dema ku pevçûnên li Kerta Gaza ji bakur ber bi başûr ve gûr dibin.

Dîl di êrîşên 7’ê Cotmehê yên Hamasê de, ku li başûrê Îsraîlê çêbûbûn, ketibûn destê Hamasê.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, di daxuyanîyeke kin de, dîyar kir ku piranîya 32 kuştîyên dawî jin û zarok in.

Medyaya Hamasê dîyar kir ku li herêmê pirtir ji 70 êrîşên esmanî li dar ketine.

Hamasê ragihand ku êrîş li bakur li Gaza, li navendê li kampa penaber yan Nuseyratê û li başûr jî li Xan Yûnis û Refahê çêbûne.

Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku leşkerên wê operasyonên li Refah ya li nêzî sînorê Misirê didomînin.

Wê artêşê di daxuyanîya leşkerî de dîyar kir ku hêzên wan jimareke mezin ya terorîstan pûç kirine û binesazîyên terorîst yên li herêmê belav kirin.

Li gor ragihandina artêşê, li herêmê kargeheke çêkirina çekan û pereyên pir yên jibo kiryarên terorî hatine dîtin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku firokên Îsraîlê roja Pêncşemê li Beyt Hanûn ya li bakurê Gaza jî êrîş pêk anîne ku wir êrîşên dijî başûrê Îsraîlê li dar dikevin.

Ajansa Berevanîya Sîvîl ya Gaza roja Pêncşemê da zanîn ku li taxa Şucaîya ya li rojhilata Gaza di bin bermahîyan de 60 term hatine dîtin.

Ew term piştî operasyonên du hefteyî hatin dîtin ku Ajansa Berevanîya Sîvîl ya Gaza û xwecîhên herêmê dibêjin ku bi operasyonan herêm bûye xirabe.

Berdevkê Ajansa Berevanîya Sîvîl ya Gaza Mahmud Basal da zanîn ku 85 ji sedê avahîyan zararên mezin dîtine û dîyar kir Şucaîya bûye herêma felaketê.

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê ser herêma Gaza gotibû ku herêmeke metirsîdar ya şer e û bang li hemî xwecihên herêmê kiribû ku derkevin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku bi qasî 350,000 kes li bajêr mane.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG