Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hişyarî Dide ku Kêmbûna Avê li Gaza Dibe Sedema Zêdebûna Nexweşîyan


Rêvebirê alîkarîya mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jamie McGoldrick îro Înê got ku jiber kêmbûna ava pak û zêdebûna germê li Gaza nexweşîyên jiber avê belav dibin.

McGoldrick dîyar kir ku li herêmê însan ji hewcedarîyên xwe kêmtir avê bi dest dixin û jiber kêmbûna ava pak û ewle û xirabbûna sîstemên sanîtasyonê nexweşîyên jiber avê çêbûne.

‘’Divê em di demên pêş de jibo herêmên qelebalix rêkên şandina avê bibînin.’’

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) radigihîne ku ava gemarî û kêmbûna sanîtasyonê rê li ber nexweşîyên wek kolera, dîzanterî, îshal û hepatît A vedike.

Îsraîlê meha Cotmehê, piştî êrîşên kujer yên Hamasê yên li başûrê welêt, êrîş birin ser Gaza ku WHO dide zanîn ku ji wê demê vir ve li herêmê 345,000 pêketinên îshalê hatine tomar kirin û ji wan 105,000 yên zarokên ji 5 salî biçûktir in.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin ew rêkên alîkarîyê yên sazîyên alîkarîyê hêsan dikin û dîyar dikin ku wan erê kiriye ku xeta avê ya li bakurê Gaza jinûve aktîf bibe.

Tekane çavkanîya avê ya Gaza, Aqufier e ku ji Nîvgirava Sîna ya bakurê Misirê ber bi Gaza û Îsraîlê ve dirêj dibe ku kalîteya wê avê jî jiber ava baranê dikeve.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG