Jêderên saxlemî yên Gazayê îro Pêncşemê ji Reutersê re got ku hêzên Îsraîlî di êrîşeke esmanî ya serê sibê de, bi kêmî ve 12 Filîstînî li Refahê kuştin.
Jêderan herwiha dîyar kir ku li çend deverên din yên Gaza pevçûn didomin.
Îsraîl, rojekê piştî avakirina herêmeke tampon ya li ser sînorê Kerta Gaza û Misirê, ku desthilata wê ya ser deverên bejahî yên Gazayê xurttir kir, îro Pêncşemê operasyona xwe ya ser Refahê berdewam kir.
Artêşa Îsraîlê got ku kontrolkirina herêma tampon wê pêşî li Hamasê bigire ku wê rêyê jibo anîna çekan ya nava Gaza nexebitîne.
Çavkanîyên saxlemî yên li Gaza dîyar dikin ku 12 Filîstînî, ku bi gotina wê sivîl in, di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin û hejmareke ne dîyar jî birîndar bûn, dema ku wan hewil dida termê welatîyekî li navenda Refahê derxînin.
Sivîlekî din yê Filîstînî jî di êrîşeke esmanî ya ser kampa penaberan ya El-Şati li rojavayê bajarê Gazayê hat kuştin, heman jêderan got.
Îsraîlê li ser kuştinên li Refahê ti şîrove neda, lê got ku pevçûn li başûr, bakur û nava Gazayê didomin.
Jêder: Reuters