Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dibêje 250 Êrîş Li Ser Sîstema Saxlemiya Gazayê Bûne


Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji dema êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de li Îsraîlê ve, heya niha li Gazayê û Îsraîlê bi giştî nêzî 300 êrîşên girêdayê saxlemîyê hatine kirin.

Rêvebirê Giştî yê WHO Dr.Tedros Adhanom Ghebreyesus di civînek awarte ya Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (Ny) de, ser êrîşên girêdayê saxlemîyê agahî da endaman.

Dr. Ghebreyesus ragihand ku WHO heya niha zêdetirî 250 êrîşên li ser nexweşxane, klînîk, nexweş û ambûlansan Gaza piştrast kiriye.

Wî herwiha ragihandu rexistinê li Îsraîlê jî 25 êrîşên ser lênêrîna saxlemîyê tomar kiriye.

Rêvebirê Giştî yê WHO dîyar kir ku li Gaza sîstema saxlemîyê li ber tekçûyînê ye û rewşa li ser erdê ew qas xirab e ku bi gotinan nayê rave kirin.

"Dema ku em niha diaxifin, raportên gulebarana li derveyî nexweşxaneyên el-Şîfa û Rantîsî hene," wî got,

Dr. Ghebreyesus anî ziman ku karmendên saxlemîyê yên Filistînî tevî ku "rasterast di xeta gulebaranê de ne, ew hîn jî jiyanan xilas dikin

Wî herwiha da zanîn ku hefteya borî di rojekê de dijî 5 nexweşxaneyan êrîş pek hatin û di 48 demjimêrên borî de 5 nexweşxane ji xizmetê derketine.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) do Înê jî ragihand ku 20 nexweşxaneyên li Gaza niha ji xizmetê derketine.

WHO got ku li nexweşxaneyên ku hîn nehatine daxistin, bi têra xwe derman nemane û jiber tunebûna şewitê ew nikarin jeneratoran bixebitînin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG