Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Mossad'ê li Doha Dê Danûstandinên Agirbesta Gazayê Bidomîne


Serokê Mossad David Barnea
Serokê Mossad David Barnea

David Barnea, serokê saziya Îstîxbarata Îsraîlê Mossadê sibê Yekşemê dê di hevdîtinan de li ser pirsgirêkên mayî yên di navbera Îsraîl û Hamasê de were rawistîn û danûsatndin werin berdewam kirin.

Kesekî haydar ji danûstandinan îro Şemiyê ji Reutersê re ragihand, ku serokê dezgeha îstixbarata Îsraîlê (Mossad), David Barnea, tê çaverêkirin ku sibê, Yekşemê, danûstandinên agirbesta şerê li Gazayê ligel serokwezîrê Qeterê û berpirsên Misirê li Dohayê ji nû ve bidomînin. Di gotûbêjên rasterast de ji bo pêşniyareke nû ya ku ji aliyê tevgera Hamas ve hatiye pêşkêşkirin dê rawestîn.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku gotûbêj dê li ser kêmasiyên mayî yên di navbera Îsraîl û Hamasê de di danûstandinan de hebin, di nav de hejmara fîlistiyên ku dê bêne azadkirin dema ku Hamas dîlên mayî yên Îsraîlî azad bike.

Îsraîl roja Înê got ku ewê şandekê bişîne Dohayê, lê dîroka şandina şandê diyar nekir û negot kanê dê kî beşdarî şandê bibe. Tê çaverêkirin ku serokwezîr Benjamin Netanyahu berî destpêkirina danûstandinan civîneke kabîneya ewlehiyê li dar bixe.

Jiber ku bêhnvedan olî ya Îsraîlê ye ne pêkan bû ku roja şemiyê ji bo şîroveyê bi rayedarên Îsraîlî re têkilî were danîn.

Barnea beşdarî hewildanên berê yên bi mebesta gihîştina peymanek agirbestê bû. Di meha Mijdarê de, li ser agirbestek kurt lihevkirin çêbû û piştî beşdarbûna wî di danûstandinên Dohayê de, hat cîbicîkirin. Hevdîtina wî ya herî dawî ya bi Serokwezîrê Qeterê re di Çile de bû sedema pêşniyarek ji bo agirbestek demkî ya ku Hamasê di dawiyê de red kir.

Hemasê di vê heftiyê de pêşniyareke nû ya agirbestê pêşkêşî navbeynkaran û Amerîka, hevalbendê Îsraîlê kir, ku tê de serbestberdana dîlên Îsraîlî di berdêla azadkirina girtiyên Filestînî de ye.

Operasyonên Îsraîlê hatin destpêkirin piştî ku di 7ê cotmehê de çekdarên Hamasê êrişî Îsraîlê kiribûn û li gorî amarên Îsraîlê 1200 kes ku piraniya wan sivîl bûn hatin kuştin û 253 jî dîl hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya gazayê ku ji aliyê Hamasê ve tê rêvebirin, ji ber êrîşên Îsraîlê zêdetirî 31 hezar û 500 Filistînî hatine kuştin ku ji sedî 70 ji wan jin û zarok in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG