Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balefirên Îsraîlê Navenda Gazayê Bombe Dikin û Netanyahu Dibêje Şer Dê Dom Bike


Balefira şer ya Şsraîlê
Balefira şer ya Şsraîlê

Xelkî xwecihî û karmendên Saxlemiyê dibêji, balafirên şer yên Îsraîlê roja Yekşemê êrîşên li ser navenda Gazayê tund kirin, hevdema kû pevçûn di nav kavilên bajarok û kampên penaberan de berdewam dikin di şerekî de ku Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu got ku dê "gelek mehên din" dirêj bikêşe.

Êrîşên esmanî li El-Maxazî û el-Burîj li navenda Kertê Gazayê, 8 kes di malekê de kuştin û bûn sedema kû xelkê li cihên ku tankên Îsraîlî ketînê û şerî li dijî milîtanên Hamasê dikin, birevin bajarê Refah li ser sînorê Misrê.

Bombebarana hewayî û topan ya Îsraîlê zêdetirî 21,800 kes kuştine, li gorî rayedarên tenduristiyê li Gazayê ku di bin kontrola Hamasê de ye, û tirs heye ku jimara kuştiyan bilind tir bibe dema ku gelek kes di bin kavilan de mane, li Kerta Gazayê ku 2.3 mîlyon kes lê dijîn, piraniya wan ji malên xwe derketine.

Hêjmarên qurbaniyên Filistînî li gora Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ferqê naxe navbera çekdar û sivîlan lê wezaretê got ku 70% ji kuştiyên Gazayê jin û zarokên di bin 18 saliyê dene.

Lê Îsraîl dibêje ku wê 8,000 çekdarên Hamasê kuştine, ku Hamas di lîsta terorê ya Amerîka û hin welatên din de ye.

XS
SM
MD
LG