Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nava Hewildanên Agirbestê de bi 10'an Kes li Gaza Hatin Kuştin


Arşîv: Şînîya kuştiyan li nexweşxaneya Al-Aqsa li Dêr El belih - Gaza
Arşîv: Şînîya kuştiyan li nexweşxaneya Al-Aqsa li Dêr El belih - Gaza

Karbidestên saxlemîyê yên Filîstînî roja Çarşemê ragihandin ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê li li seranserî Gazayê herî kêm 22 kes hatine kuştin.

Di êrîşeke esmanî de herî kêm 10 kes li maleke pirqatî ya li taxa Şêx Ridwan û 5 kesên din jî li taxa Zeytûnê ya li bajarê Gazayê hatine kuştin, weke karmendên saxlemiyê dibêjin.

Hat ragihandin ku li bajarê Dêr El Belih li navenda Gazayê ku bi sedan Filistînî yên cihûwarkirî dimînin û li Cebelîye ku herî mezintirîn yê ji 8 kampên dîrokî yên penaberan li Gazayê pêk tê, bi giştî 7 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê got ku wê êrîşê çekdarên Hemasê yên ku li dibistaneke li Cebelîye bûn û jibo kêmkirina xeterîya li ser sivîlan gavên pêwîst avêtine.

Kuştinên bi vî rengî yên girseyî rûdanek rojane ye li Gazayê ye, ku niha zêdetirî 46 hezar Filistînî di êrîşên 15 mehan yên Îsraîlê dijî Hemasê de hatine kuştin, li gor karbidestên saxlemîya li wê heremê.

Wezareta saxlemîyê ya Gazayê hevdem hişyarî da ku nexweşxaneya Nasir û ya Ewrupî ya Gazayê wê di nav çend seatan de xebatan xwe rawestînin, ger Îsraîl herikîna sotemenîyê bo nexweşxaneyan rawestîne. Îsraîl astengkirina alîkarîya mirovî ya jibo Gazzeyê red dike.

Wezaretê piştî got ku nexweşxaneyan hinek sotemenî wergirtine ku wê rawestana bi tevahî ya operasyonan heya Pêncşemê asteng bike.

Federasyona Navnetewî ya Xaça Sor û Heyva Sor roja Çarşemê dîyar kirin jiber baranên bênavber û lehîyan malbatên ku di konann de ne, di nava avên heta 30 cm de dijîn, " bêyî hewcedarîyên herî bingehîn, wek betanî, ew hewl didn ku tenê sax bimînin. "

Îsraîlê dest bi êrîşên li Kerta Gaza kir, piştî ku çekdarên Hemasê di 7'ê Cotmeha 2023’an de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin û li gor daneyên Îsraîlî 1200 kes kuştin û zêdetirî 250 kes jî wek dîl revandin.

Wezareta saxlemîyê ya Gaza ya di bin kontrola Hemasê de dibêje ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 45,936 Filîstînî hatine kuştin ku ji wan 51 kes tenê di 24 saetên dawîn de hatine kuştin, herwiha ji wê demê ve 109,204 kes birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ku jiber êrîşên Îsraîlê gelemperîya Kerta Gazayê wêran bûye û piranîya 2,1 mîlyon Filîstînî yên li herêmê gelek caran ji cih û warên xwe koçber bûne û rûbirûyê kêmasîyên bingehîn yên wek xwarin û dermanan in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG