Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Lihevkirinê Derman Wê Bigêhijin Dîlên Destê Hamasê û Sivîlên Filîstînî


Bi lihevkirina ku bi navbeynkarîya Fransa û Qatarê çêbûye îro Çarşemê wê derman bigêhijin dîlên ku Hamasê li Gaza girtine.

Fransa ragihand ku wê derman jibo 45 dîlên ku nexweşîyên wan yên kronîk hene bi rêka Xaça Sor ya Navneteweyî were şandin.

Qatarê dîyar kir ku lihevkirin di heman demê de rê dide ku derman û alîkarîyên din yên mirovahî bigihijin sîvîlên Filîstînî yên li Gaza.

Îsraîl dide zanîn ku çekdarên Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de nêzîkî 1200 kes kuştine û nêzî 240 kes jî revandine.

Artêşa Îsraîlê piştî wê êrîşê jibo pûçkirina Hamasê li Gaza dest bi operasyona xwe ya leşkerî kir.

Pirtir ji 100 dîl meha Mijdarê bi navbera mirovahî ya demkî hatin berdan û tê texmîn kirin ku hîn bi qasî 130 dîl di destê Hamasê de ne.

Amerîka dîyar kir ku ew hêvîdar e ku danûstandinên bi navbeynkarîya Qatarê jibo berdana dîlan û rewestandina şerê li Gaza rê li ber lihevkirineke nû bike.

XS
SM
MD
LG