Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku li navenda Gaza nexweşxaneyek demkî ya nû hatiye ava kirin.
Wê artêşê dîyar kir ku sazîya sîvîl ya nav International Medical Corp e wê nexweşxaneyê bi rêve bibe.
‘’Li nexweşxaneya demkî wê 150 xebatkarên alîkarîya tibî bixebitin û ewê bi dehan odeyên wê jibo dermankirina lezgîn û rutîn werin karanîn.’’
Îsraîl ku bi givaştina civaka navneteweyî re rûbirû maye dîyar dike ku ji berê pirtir alîkarî diçe Gaza.
Ji şerê Hamas û Îsraîlê vir ve, ku meha Cotmehê destpê kiribû, 7 nexweşxaneyên din yên demkî hatin ava kirin.
Şerê Hamas û Îsraîlê, piştî wê koma Filîstînî 7’ê Cotmehê êrîş bir ser başûrê Îsraîlê gur bû.
Karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku di wan êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes hatine kuştin û pirtir ji 250 kes dîl hatine girtin.
Wezareta Saxlemî ya Gaza jî dîyar dike ku jiber êrîşên Îsraîlê bi qasî 35,000 Filîstînîyan canên xwe ji dest dane.
Bombebarana Îsraîlê li Gaza krîzeke kûr ya mirovahîyê çêkir.
Jêder: Reuters
Îsraîl Dibêje li Gaza Nexweşxaneyeke Din ya Demkî Hatiye Ava Kirin
