Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îsrailê li Gaza 4 Flistîniyan Dikuj E


Hêzên Îsrailê 4 Flistînî li sinorên kerta Gaza kuştin, di heman demê de alozî û pevçûn li ser sinorên kerta Gaza û Îsrailê dijwartir dibin, hejmara kuştiyan di aloziyên sê hefteyên burî de gihaye 35 kuştiyan.

Welatiyên Flistînî dixwazin koçber vegerin lê Îsrailê rê nade û hişyarî daye xwepêşanderan ku, sinor derbas nekin, lê dîsan ew têlên rêsayî yên ser sinor dibirin, tekerên otombîlan di şewitînin û bi kevran êrişê hêzên ewlekariya Îsrailê dikin.

Çavkaniyekî Flistînî yê Nexoşxana Gaza gotiye, di nava herçar kuştiyan de xûrtekî 15 salî heye, herwiha 150 kes bi guleyên leşkerê Îsrailê birîndar bûne.

Li aliyekî din polîsê Malîzya daye zanîn ku dema welatiyekî Flistînî serê sibey Şemiyê diçû mizgeftê rastî êrîşek çekdarî hatiye, 2 siwarên motorsiklan êrîş pêk aniye û welatiyê Flistînî giran birîndar bûye.

Malperên Înternêtê yên Flistîniyan nasnam kesê birîndar eşkere kirine û gotine, ew xizmê berpirsekî grûba Cîhad al-Îslamî ye li Gaza, poslîsên Malîzî weke êrîşa terorîstî binav kirîye.

Balyozê Flistînê li Malîzya Anwar H. Al Axa gotiye kesê hatî birîndar kirin pêşnivêjê duyan e, li mizgeftekê û ev 10 sale li Malîzya dimîne û navê wî Fadi M. R. Albatş e.

XS
SM
MD
LG