Hamasê ragihand ku li Gaza agirbest hatiye ragihandin û piştî vê ragihandinê pevçûnên di navbera Hams Îsraîlê de sekinîn.
Dawîya hefteyê, endamên Hamasê roket firandibûn Îsraîlê û wan jî bi top û êrîşên esmanî bersîv dabûn êrîşan.
Bi kêmî ve 4 Îsraîlî û 23 Filîstinî di pevçûnan de hatin kuştin.
Îsraîlê hîn ser agirbestê ti daxuyanî nedaye, lê jêderên herêmî dîyar dikin ku tedbîrên demûdest hatine rakirin.
Misirê ragihand ku agirbest bi navbeynkarîya wan û alîkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Qatarê hatiye ragihandin.