Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Gaza: Bi Êrîşên Îsraîlê Herî Kêm 43 Kes Hatine Kuştin


Wezareta Saxlemî ya Gaza ragihand ku bi êrîşên esmanî yên Îsraîlê 13 ji wan zarok herî kêm 43 kes hatine kuştin û 269 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Îsraîlê jî dîyar kirin ku bi êrîşa muşeka tankşikên ya ji Gaza yek kes hatiye kuştin.

Bi vî awayî hejmara kesên piştî girjîya li Orşelîmê li Îsraîlê hatine kuştin bû 6.

Baskê leşkerî yê Hamasê berpirsîya êrîşa bi muşeka tankşikên girt ser xwe.

Ajansên navneteweyî dîyar dikin ku pevçûnên li herêmê îro Çarşemê jî didomin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kibû ku bo kêmkirina girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de ew bi hemî alîyan re dixebitin.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ser daxwaza Norwec, Tunus û Çînê dê îro bi awayekî demûdest bicive.

XS
SM
MD
LG