Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemîya Gazayê Dibêje Jimara Kuştîyan 15 Hezar Derbas Kiriye


Dîmeneke ji Gaza, 1 Berfanbar,2023.
Dîmeneke ji Gaza, 1 Berfanbar,2023.

Wezareta Saxlemîya Gazayê îro Şemîyê ragihand ku ji dawîbûna agirbesta demkî do sibeha Înêyê û heta niha, di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 193 Filîstînî hatine kuştin û 650 jî birîndar bûne.

Berdevkê wezaretê Dr. Eşref ElQedra dîyar kir ku jimara giştî ya kuştîyan ji destpêka şerê ku di 7’ê Cotmehê de destpê kiriye, ji 15,200 kesan derbaz kiriye û zêdetirî 40 hezar kes birîndar bûne.

Wezareta ku ferqê nake navbera sivîl û çekdaran, herwiha îro got ku ji sedî 70 ji kuştiyan jin û zarok in. Tê gotin ku di du mehên borî de zêdetirî 40,000 kes birîndar bûne.

Agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê di 24’ê Mijdarê de destpê kiri û du caran hat dirêjkirin. Di pêyvajoya heft rojan de 110 dîlên di destê Hamasê de û 240 Filîstînîyên di girtîgehên Îsraîlê de hatin berdan.

Lê, tevî hewlên navbeynkaran agirbest do Înê bi dawî bû. Îsraîlê êrîşên xwe yên ser Gaza bi rengekî tund jinûve da destpê kirin,dema ku koma çekdar Hamas û yên din jî dest bi çalakîyên leşkerî kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên dawî de hêzên wê yên bejayî, esmanî û deryayî bi giştî 400 armancên mîlîtanan xistine û jimareke ne dîyar ya çekdarên Hamasê jî kuştine.

Artêşa Îsraîlî got hêzên wê îro li bakurê Gazayê gelek çekdar kuştine, di nav de di şerê li mizgeftekê de, ku ji alîyê mîlîtanên Cîhada Îslamî ve wek navendeke fermandarîyê dihat karanîn.

Li gor karmendên saxlemîyê û şahidan firokeyên şer yên Îsraîlê di sibeha îro de 6 caran êrîşî heremên nêzî nexweşxaneya Xan Yunis Nasir kirin. Li wê nexweşxanê bi hezaran koçber û bi sedan birîndar hene ku gelek ji wan yên ku ji nexweşxaneyên bakurê Haza hatibûn veguhestin.

Tûgayên El-Quds yê baskê çekdar yê Cîhada Îslamî got ku milîtanên wê bombeyên hawanê avêtin hêzên Îsraîlî yên ku li Kissufîm li rojhilatê Xan Yunis û Dêr El-Belah kom bûbûn.

Li başûrê Îsraîlê, îro serê sibê li heremên nêzî sînorê Gazayê, sirenên bo rokêtan hatin lêdan, lê di derbarê zarar, kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.

Serokê Komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî (ICRC), Robert Mardini li Dubaî ser jinûve dijwarbûna şerê li Gaza û tundîya êrîşên Îsraîlê xembarîya rexistinê dîyar kir.

"Ew asteke nû ya têkçûnê ye ku ser wêrankirina mezin, bêhempa ya binesazîya girîng, mal û taxên sivîlan pêk tê. Rewşa li Gaza giheştîye xala şikestinê," Mardini got.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku bi texmînî 1.7 mîlyon Filîstînîyên li Gaza - dora ji sedî 80’yê şênîya wê jiber şerên heşt hefteyên koçber bûne.

Jêderên ewlekarîyê yên Misrê û Heyva ragihandin ku îro piştî têkçûna agirbestê ya do, îro cara yekê 2 kamyonên sotemeniyê û 50 kamyonên alîkariyê ber bi Gaza derketinê rê.

Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî herêmên başûrê Îsraîlê kiribû, li gor hikûmeta Îsraîlê 1200 kes kuştin û 240 jî dîl girtin. Ji wê demê ve, zêdetirî 15,200 kes, di nav wan de nêzî 6,000 zarok, di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, li got wezareta saxlemîyê ya Gaza ku di bin serwerîya Hamasê de ye.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG