Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandên Îro de 4 Fîlîstînî Hatin Kuştin


Ajansa Reuters ji zarê jêderên saxlemî radigihîne ku di xwepêşandanên ser sînorê Gaza de 4 Fîlîstînî ji alîyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin, bi sedan kesên din jî bi guleyên rastîn û gazên îsotê hatin birîndar kirin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku mîlîtanan bi çekan û bombeyên destan êrîş bir ser hêzên wê yên ewlekarî. Daxuyanîya artêşê dîyar kir ku hêzên wê karîbûn dora 10,000 Fîlîstînî, ku ji pênc hêlan giheştin hevdu, asteng bikirana.

Artêşa Îsraîlî da zanîn ku xwepêşanderan bi keviran êrîş hêzên wê dikirin û lastîkên otomobîlan dişewitandin.

Xwepêşanderên Fîlîstînî protestoyên xwe bo pîrozbahîya “Roja Quds” ya li Îranê girê didin ku ew jî wek Hamas hilweşandina Îsraîlê dike armanc.

Xwepêşandanên Fîlîstînî bi biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya veguhastina balyozxaneya Amerîkî ji Orşelîmê re befirehtir û tundtir bûne û heta niha bi dehan Fîlîstînî hatine kuştin û birîndar kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG