Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gazprom 2.5 Mîlyar Dolaran Bo Bîrên Petrola "Bedre" Terxan Dike


Şerîketa Gazprom
Şerîketa Gazprom

Berpirsê karîger yê şerîketa Gazprom Neft, Alexander Dyukov roja Çarşemê ragihand ku, şerîketa Rûsî ligel hevkarên xwe bo pêşxistina bîrên petrola "Bedre" li Îraqê 2.5 mîlyar dolarên din bo projeyê heta sala 2030an terxan kirin.

Gazprom Neft di îsal de weke yek ji şerîketên herî mezin yên cîhanê ye ku, di warê weberhênanê de pêşketin dîtîne û pere razandine, Gazprom tevî şerîketên wek yên Koreya Başûr, Malîzya û Tirkiyê di îsal de sermayê bo weberhênanê razandî gihaye 4 Mîlyar dolaran.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, sektora petrol û girbestên ligel şerîketên biyanî yên weke Gazprom, Genel Energy û Rosneft li Îraqê sedema herî mezin ya aloziyên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta bexda de bûn.

XS
SM
MD
LG