Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb yên Kendavê îro Çarşemê li ser pêyvajoya vejîna peymana navokî ya Îranê 2015'an ya bi hezên cîhanî re, bi daxuyanîyekê ragihandin.
Wezîrên derve yên welatên Civata Hevkariya Kendavê dîyar kirin ku di danûstandinên Amerîka û Îranê de, yên jibo vejandina peymana navokî ya navneteweyî ya 2015'an, divê bernameya mûşekên balîstîk ya Tehranê were nîqaş kirin.
Hevdem, Wezîrên Kendavê bal kişandin ku pêdîvî ye ku welatên Erebî yên Kendavê jî di gotûbêjan de cîh bigirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku ev daxuyanî, di dema civîna civata wezîran ya Konseya Hevkarîya Kendavê (GCC) ya li Rîyad de hat ragihandin.