Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîya Amerîkayê di Sê Mehên Dawî de Geştir Bûye


Di sê mehên dawî de, aborîya Amerîka bi rêjeya 6.5 ji sedî zêde bû. Ev yek jî bi xêra vaksînkirin û alîkarîya hikûmetê bû.

Aborîzan bal dikşînin ku hêza aborîya Amerîka bi giştî ji asta berê destpêbûna pandemîya korona baştir bûye.

Raporta Wezareta Bazirganî ya Amerîka, ku îro Pêncşemê belav bû, eşkere dike ku berhema xwecîhî ya giştî ji meha Nîsanê heta Hezîranê bilind bû û li rêjeya geşbûna salane ya sê mehên pêşî ji sala 2021 zêde kir.

Jibo hemû sala 2021ê, tê çaverê kirin ku aborîya Amerîkayê bi rêjeya % 7 zêde bibe û ger ev yek pêk were, hingê ji sala 1984an vir ve dê asta herî bilind be.

Lydia Boussour, aborîzana li dezgeha Oxford Economics li sewr rewşa aborîyê geşbînîya xwe dîyar dike.

“Em pêşbînî dikin ku ev geşbûna aborî ya bi hêz heta sala 2022ê bidome. Geşbûnî wê bi rêya piştgîrîya mişterî û kompanîyan pêk were.”

Meha borî, 850,000 karên nû li Amerîka zêde bûn. Ev jî zêdeyî asta sê mehên berê wê bû.

Lê, niha tirs heye ku aborî careke din zîyanê jiber belavbûna vîrusa koronayê bibîne. Vê gavê rojane pirtir ji 60 hezar pêketîyên nû yên vîrusê peyda dibin.

Meha çûyî, rojane tenê 12,000 pêketî bû hebûn. Eger asta belavbûna vîrusê wisa berdewam bibe, dê gelek xelk li malên xwe bimînin, asta kîrîna mişterîyan kêm bibe û di encamê de geşbûna aborî lawaz bibe.

Faktoreke serekî, ku piştevanîya geşbûna aborî kiriye, alîkarîya bi trîlyonan dolarên ji hikûmeta federal e.

Bi xêra pereyên alîkarî, sûdên diravî yên bêkarîyê û piştgirîya bo karên biçûk, tevgera bazarê êdî geş bûye û asta kirîn û firotinê hiştîye ku aborî ber bi rewşeke baştir ve here.

XS
SM
MD
LG