Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Çek û Rêberên Cîhanê Xatir jî Vaclav Havel Dixwazin


Gelê Çek û Rêberên Cîhanê Xatir jî Vaclav Havel Dixwazin

Rêberên cîhanî û gelê Komara Çek di merasîma binaxkirina serokê berê Vaclav Havel de, li Prag kom bûn û rêzên xwe pêşkêşî nivîskarê hevrik û sembolê dijî komunîzmê kirin.

Rêberê berê yê 75 salî, roja Yekşemê di xewa xwe de, jiber tengahîyên nefesê mirîbû.

Di merasîma dewletê ya serokê berê Vaclav Havel de, dengê zengîl û sîrenan bilind bûn.

Vaclav Havel serokê yekê li Komar aŞek bû ku bi rêykên demokratîk hatibû hilbijartin.

Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton û hevjînê wî, serokê berê Bill Clinton, Serokê Fransî Nicolas Sarkozy û Serokwezîrê Britanî David Cameron li nav mêvanan bûn.

Papa Benedict jî di gotara xwe ya girseyî ya Înê de, pêsna birêz Havel da û got, “wî di demeke ku mafên mirovan bi sîstematîkî dihate red kirin, bi wêrekî berevanî lê kir."

XS
SM
MD
LG