Partîya Saadetê û Partîya Siberojê jibo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hevkarî ragihandin.
Li gor ragihandina Partîya Saadetê û Partîya Siberojê ewê li 107 herêmên hilbijartinê hevkarîyê bikin.
Ji bajaran li Agirî, Amasya, Denîzlî û Manîsa wê berbijarên bajarvanîyê ji Partîya Siberojê û wê li Elezîz, Isparta û Uşakê jî berbijar ji Partîya Saadetê bin.
Serokê Partîya Jinûve Refah (YRP) Fatîh Erbakan biryara ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê paş xist.
Karbidestên YRP û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wê îro careke din ser hevkarîyê bicivin.
Erbakan wê biryara dawî ya ser hilbijartinan roja Duşemê ragihîne.
Şandeyên Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî bi taybetî ser Stenbolê danûstandinan didomînin, lê hîn ti hevkarî nehatiye ragihandin.
Berbijarê CHP'ê jibo Stenbolê jinûve bajarvanê bajêr Ekrem Îmamoglu ye û jibo berbijarîya bajarvanîyê ya DEM Partî jî navê Başak Demîrtaş li pêş e.
Jêder: Gazete Duvar