Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê dîyar kir ku gemîyeke din ya dexil barkirî ji bendergeha Chornomorsk ya Ukrayna bi rê ketiye.
Gemî bi peymana bi rêberîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Ukrayna derket.
Bi peymana ser derxistina dexil heta niha 25 gemî ji bendergehên Ukrayna yên li Derya Reş derketine.
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ser gemîyên îro bi rê dikevin daxuyanîyek weşand.
Li gor daxuyanîya wezaretê, îro Pêncşemê Maria I ya bi ala Beliza ya garis barkirî bi rê ketiye û 4 gemîyên din jî bo barkirina dexil dê bigehijin bendergehên Ukrayna.