Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Esmanî yên Amerîka û Îsraîlê Çawa Dikarin Guhertinê li Îranê Çê Bikin?

Retired General Jack keane
Retired General Jack keane

Jack Keane, generalê xanenişîn û Cîgirê fermandarê Artêşa Amerîakyê dibêje ku Amerîka û Îsraîl jixwe xwedî hêzek mezin a esmanî ne ku dikarin şertên şerê li hundirê Îranê bi awayekî girîng biguherînin.

Keane, ku ji bo Fox News axivî dibêje, hêza esmanî dikare bi tevgera dijî-rejîmê ya li hundirê Îranê balansa hêzê bi temamî biguherîne.

Di senaryoya Keane de, ger Îranî di nava welêt de li dijî navend û dezgehên Pasdarên Şoreşê serî hildin û rabin, balafirên Amerîkî û Îsraîlî dikarin ji esmên piştgirîyê bidin gel û hêzên rejîmê yên ku ji bo piştgirîya pasdaran tên şandin werin armancgirtin.

President Trump awards Gen. Jack Keane with Presidential Medal of Freedom
President Trump awards Gen. Jack Keane with Presidential Medal of Freedom

Keane dibêje ku armanca vê plan û rêbazê ew e ku şiyanên rejîmê ya kontrolkirina deverên cuda yên welêt lawaz bibe.

Li gorî nerîna wî, ger li çend deveran serhildanên serkeftî pêk werin, dibe ku kesên din jî han bide ku derkevin kolanan û tevgera protestoyî bilez berfireh bibe.

Keane, berê jî gotiye ku hêzên Amerîka û Îsraîlê divê li ser binesazîya leşkerî û ewlekarîyê ya rejîmê, di nav de Pasdar, Basîj û sektor û pîşesazîya berevanîyê, zextên xwe zêde bikin.

General Keane, yek ji kesayetîyên leşkerî yên Amerîkî ye ku li ser stratejîya leşkerî ya li Rojhilata Navîn bi awayekî berfireh diaxive.

Keane, niha serokê peymangeha lêkolînên Şer e"Institute for the Study of War".

Girêdana general Keane bi giştî bi siyasetên berevanîyê û ewlehîya neteweyî yên muhafizkar ve heye, herwiha ew ji alîyê Serok Donald Trump ve hatîye xelatkirin û Medalîyaya Serokatîyê ya Azadîyê wergirtiye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG