Fermandarê Komandariya Navendî ya hêzên Amerîka general Joseph Votel, roja Sêşemê li hember komîta Senatê ya jibo pirsên leşkerî di Civata Senatoran de axivî.
Votel derbarê rewşa ewlekariya hin welatên rojhilata navîn bi taybet derbarê rewşa li Sûriyê, Îraq û Afganistnaê hin agahî dan.
Votel liser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê da zanîn ku dema serok Trump biryara vekişîna hêzan dayî li 19 meha 12an ya 2018an pirs bi wî nehatîye kirin û "nehatiye agihdar kirin".
Votel hewiha da zanîn ku dema Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne dê gefên DAIŞê zêdetir bibin, û got niha DAIŞ nêzî 1500 çekdar hene lê 20 hezar çekdarên veşartî jî hene.
General Joseph Votel got, dest bi mekanîzma vekişîna hêzan ji Sûriyê hatiye kirin û hevkarî bi hevpeymanên herêmî re, derbarê vekişînê hatiye kirin.