Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zeviyên Herêma Şehba Jiber Topbarana Tirkiyê Dişewit In


Zevitên Çandinê li Şehba Rastî Şewata Topbaran Tirkiyê Tên
Zevitên Çandinê li Şehba Rastî Şewata Topbaran Tirkiyê Tên

Topbarana artêşa Tirk li ser herêma Şehba ne tenê jîyana xelkê deverê û derbiderên Efrînî ku lê dimînin dixe metirsîyê, lê zerarê dighîne mewsimên çandinîyê jî.

Loma jiber van êrîşên Tirkîyê cotkarên Şehbayê, ji her du pêkhateyên Kurd û Ereb, bitirs û dilgiran in.

Elî Mihemed cotkarekî ji gundê Hirbil e bal kişand ku xeterî heye agir bi zevîyan bikeve û dexil û dan bişewite.

Mihemed fikara xwe wiha şîrove kir: “Ji bilî çandinîyê tu dahata me tune ye em pê bijîn, loma em ditirsin agir bi zevîyan bikeve û jîyana me hîn têkeve tengîyê, rewş pir xirab be, top bi ser me de tên herwiha mayîn jî hene, ji her alîyekî ve gef ser me heye”.

Her di vê çarçovayê de cotkar ne tenê bi metirsîya topbaranê re rûbirû ne, lê rewşa hewayê û kêmbûna baranê jî li wan bandorek neyînî kiriye, ku berhem kêm dibire.

Zevitên Çandinê li Şehba Rastî Şewata Topbaran Tirkiyê Tên
Zevitên Çandinê li Şehba Rastî Şewata Topbaran Tirkiyê Tên

Salih Xelîl cotkarekî ji gundê Ehrezê ye got ku dexil hindik e û wan lez daye çinînê da ku ji topbaran û şewatê xilas bikin.

“Zevîyê min bejî ye û berhem kêm e, herwiha mewsim hindik e û têre lêçûna me nake, hîn bi ser de dever tê topbaran kirin loma tevî ber hîn ter e lê em diçinin da ku têxin hundir berî ku bişewite”.

Herwiha berpirsê desteya aborî û çandinîyê di rêvebirîya herêma Şehba de Basêm Osman dîyar kir ku 30 hezar hikar îsal li Şehbayê hatiye çandin.

Osman da zanîn ku ji sedî 90 şênîyên deverê dahata wan ji çandinîyê ye, ku astengî lê pêşîya wan gelek in û wiha domand: “Dever dorpêçkirî ye û pêwîstîyên çandinîyê hêsan peyda nabin, herwiha hişkesalî û rewşa hewayê jî bandor kiriye, tevî wê gelek zevîyên li bereyên şer nehatin çandin û niha jî topbaran û xeterîya şewatê heye”.

Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de bi qasî 25 hektar zevî li Şehbayê di encama topbarana artêşa Tirk de şewitîne, loma tirsa cotkaran mezin e ku ked û cefaya wan ya salekê li arê here ku li hember agiran ew bê çare ne.

Raporta Efrîn 29 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG