Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Nûnerê Komarî George Santos ku bi 13 Tawanan Tê Tawanbar Kirin


Nûnerê Komarî George Santos

Nûnerê Komarî George Santos roja Çarşemê derdikeve pêşberî dadgeheke federal li New Yorkê, piştî ku doz li dijî wî hatin vekirin, di nav de sextekarî, şûştina pereyan, û dizîna diravên giştî.

Li gorî kenalê Amerîkî Al-Hurra ku bi zimanê Erebî weşanê dike, Santos bi 13 tawanan li pêşberî dadgehê ye, ji wan tawanan, sextekarî, şûştina pereyan û dizîna malê giştî, ji bilî du tawanên din ku li hember Civata Nûneran belgeyên
Kernalê diyar kir ku Santos niha li dadgeha federal ya New Yorkê tê girtin.

Tê çaverê kirin ku Santos paşî îro dê derkeve pêşberî dadger Arlene Lindsay, li dadgeha federal ya li Central Islip, li New York.

Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Santos, 34 salî, bi rêya derewan ji alîgirên xwe xwest ku ji bo piştgirîkirinê pere bidin kompaniyekê ku, ew kompanî dê ji bo kampeyna wî pereyan xerc bike, lê wî ew pere ji bo lêçûnên xwe bikar anîne.

Û medyaya Amerîkî, roja Sêşemê ragihand bû, ku Wezareta Dadê li dijî cîgirê Komarî doz vekiriye, lê wezaretê red kir ku li ser vê nûçeyê ji Agence France-Presse re şîrove bike.

"Derewên" mezin yên nûnerê Komarî di temamiya sala borî de serdêrên rojnamegeriya siyasî ya Amerîkî bûn.

Santos qebûl kir ku gelek sextekarî di beşên jiyanama xwe de kirîne. Di nav de navê wî yê rastîn, û ol (ew îdîa dikir ku ew Cihû ye), dibistan û dîroka pîşeyî, dema ku wî sala borî xwe berbijar kirî. Wî her weha di jiyannama xwe de wî îdîa kirbû ku ew ji bo "Goldman Sachs" û Citigroup xebitîye.

Santos got tiştê wî kirîye tenê ji bo ku "jiyannama xwe jêhatî nîşan bide" û wî di daxuyaniyên berê de ji New York Post re gotbû, "Ez ne tawankar im."

Ew her weha bi tawanên xelet karanîna kampeyna hilbijartinê û destdirêjiya seksî bi zilamek re rû bi rû mabû, yê ku paşî îdia kir ku ofîsa Santos karek pêşkêşî wî kirîye berî xwe ji dozê vekişîne.

Li ser van bûyeran hin dengder û nûnerên Demokrat û Komarî yên Kongresê daxwaza dest ji kar kêşana Santos kirin.

Û eger biryara dawî ya dadgehê Santos tawanbar dît, Serokê Civata Nûneran Kevin McCarthy tekez kir ku ew ê "li tawanan binêre" berî ku îhtîmala derxistina wî ji Kongresê biryar bide.

Jêder: AP/Alhurra/AFP

XS
SM
MD
LG