16'ê Sibatê li Amerîkayê wekî Roja Serokatîyê tê pîrozkirin. Ev roj ji bo rêzgirtina hemû serokên Amerîkayê ye, ku ji George Washington, yekem serokê Amerîka dest pê dike. Tevî Abraham Lincoln, ku serokê din ê mezin ê Amerîka. Serok Washington di meha Sibatê de jidayîk bû ye.
George Washington navûbangîyek mezin bidest xist dema rêberîya Amerîkîyan a ber bi serkeftinê ve kir, di şerê wan ê dirêj ji bo serxwebûnê ji Brîtanyayê de. Washington di pejirandina Destûra Bingehîn a Amerîkayê û damezrandina hikûmeta Amerîkayê de roleke diyarker lîst. Û wekî serokê yekem ê welêt, wî nimûneya xizmeta jêhatî û xweragirîyê di karanîna hêzê de danî ku bû ciyê heza cîhanê hemû yê.
Serokatîya Washington di aştî û şer de bi bawerîya wî ya olî ya kûr û toleransa wî ji bo bawermendîyên din hat naskirin. Washington, ku Kiristîyanekî dilsoz bû, bawer dikir ku Xwedê çavkanîya rewa ya desthilatdarîyê ye, mafên mirovan ji wî tên.
Yek ji van ya herî girîng mafê azadîya olî bû.
Washington di nameyekê de ji Kiristîyan yên (Baptist) li Virginia, ku berê ew ji alîyê rayedarên kolonyal ve dihatin çewisandin, nivîsand, "kes ji min bêtir dê xemxurtir nebe, ku li dijî her cûre çewisandina olî astengîyan çêke." Washington, ku Protestan bû, lê wî Katolîk jî, ji bo meqamên girîng wezîfedar kirin û bi eşkereyî li dij wan axivî yên ku dijatîya katolîkan dikin.
Di nameyekê de ji bo civatek Cihûyan li Rhode Island, wî got ku Amerîka "neyartîya olî qet qebûl nake û rê nade ti cûre çewisandinê. " Ji bo Quakerên Amerîkî, wî nivîsand, "azadîya ku mirovên van wîlayetan ji bo perestina Xwedayê Mîhreban ew ne tenê li gorî wijdana wan a bextewer û minetkar e, lê di heman demê de di ew mafek' wane jî".
Ji bo Washington, toleransî ne nakokbar e bi baweriyê re. Bawermendîya rastîn, bi dîtina wî, rêzgirtina mafên bingehîn ên kesên din jî tê xwestin. Di axaftina xwe ya xatirxwestinê de, wî ji Amerîkîyan xwest ku her gav li gorî bawerîyên xwe yên olî tevbigerin. Washington got, "Niyetbaşîyê û edaletê li hember hemû neteweyan biparêzin. Ol û exlaq rewştek weha dixwaze."
Serok Donald Trump di daxuyanîya xwe ya 2025'an de di rojbûna Washington de destnîşan kir, û got, "wekî yekemîn serokê neteweya me, Serok Washington endazyarê sereke yê avakirina hikûmeta me ya federal e û sîstema me ya destûrî bû. Ew kesekî bîrtûj bû, parêzvanekî tund ê siyaseta derve û giringîya pêşî dida Amerîka, û mirovekî xwedî bawerîyek bihêz bû. Heta roja îro, ew di canê me de wekî qehremanekî welatparêz ê Amerîkî, sîmbola Şoreşa Amerîkî, û kesekî efsaneyî yê azadîxwazê Amerîkî zindî dimîne."