Rojnameya Jerusalem Post li ser zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku keştîya firokhilgir USS Gerald Ford ji Rojhilata Navîn vedigere Amerîkayê.
Derbarê vê gavê, Myles Caggins, kolonelê xanenişîn yê Amerîkî, ji Dengê Amerîka re got: "Vegera keştîya firokhilgir USS Gerald Ford ji Deryaya Sor bo bendera xwe li Amerîkayê nîşanek eşkere ye ku Pentagonê biryar daye ew dikare erka xwe ya rêgirtinê bi du komên êrîşê yên keştîyên firokhilgir li herêma Kendavê pêk bîne."
Caggins, ku niha wekî pispor li Enstîtuya New Lines kar dike, got, "Deryavanên USS Gerald Ford zêdetirî 10 mehan li nav deryayê ne û pir pêdivî bi bêhnvedanê ne. Keştî û firok jî pêdivî bi çakkirinê ne."
Keştîya firokhilgir nêzîkî 309 rojan bi 4,500 deryavanan re hatiye bicihkirin, ku ev rekordek di dîroka nûjen a Amerîkayê de ye.
Wekî din, du keştîyên din ên firokhilgir ên Amerîkî li herêmê ne da ku dorpêça Amerîkayê li dijî benderên Îranê bicîh bînin.