Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Heta Aktîfbûna Sîstema Penaberî ya Ewrupî Wê Kontrolên Sînorî Bidomîne


Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser îro Sêşemê got ku ger hewce be ewê kontrolên sînorî heta 15ê Berfanbarê dirêj bikin.

Faeser dîyar kir ku wan jiber pir serketîbûna wan kontrolan di şerê dijî qaçaxçîyan û koçberîya neqanûnî de ew biryar daye.

"Bi nêrîna min kontrolên sînorî wê heta pêdivî be, wê bidomin û dibe ku ev kontrol heta ku sîstema penaberî ya Ewrupî bikeve jîyanê wê berdewam bike," Faeser li bajarê Goerlitz ya ser tixubê Polonya got.

Wezîr Faeser bi berdewamî got ku têkoşîna wan ya dijî qaçaxcîyan pir bi bandor bûye ew di kêmkirina koçberîya neqanûnî de serfirazîyên mezin bi dest xistine.

Yekîtîya Ewrupî, piştî nêzî deh salan, di meha Berfanbarê de li ser rêgezên nû yên jibo rêvebirina ketinên neqanûnî yên koçber û penaxwazan ya nav axa yekîtîyê û hevbîr bûbû hatinên neqanûnî yên penaxwaz û koçberan li hev kiribû.

Bendewarî heye ku ew lihevhatina piştî pirsgirêkên kûr yên navxweyî, heta dawîya sala 2025an bikeve jîyanê.

Hikûmeta Almanî, sala çûyî wek bersîvdana zêdebûna tund ya daxwazên penaberîyê yên cara pêşîn, kontrolên ser sînorên xwe yên bejayî yên bi Polonya, Komara Çek û Swîsre re xurttir kiribûn.

XS
SM
MD
LG