Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Ser Belavbûna Cureya Korona ya XBB Hişyarî Dide


Wezîrê Saxlemîyê yê Almanyayê Karl Lauterbach ser cureyeke nû ya vîrusa korona hişyar kir.

Lauterbach bal kişand ser zêdebûna nexweşên li rojhatila bakurê Amerîkayê û dîyar kir ku Berlîn ji nêz ve datayan dişopîne.

Hefteya borî bala cîhanê li ser zêdebûna pêketinên li Çînê bû û Amerîkayê jî dîyar kiribû ku pirtir ji 40 ji sedê pêketinan cureya Omicron XBB.1.5 e ku li gor pisporan zû belav dibe.

‘’Hêvî dikim ku berî ev cure li ba me belav bibe em zivistanê derbaz bikin’’ Lauterbach li Twitterê nivîsî.

Wî dîyar kir ku ew çavdêrîyên xwe yên ser belavbûna XBB. 1.5 didomînin.

Reutersê di rojên borî de ser zêdebûna pêketinên li Amerîkayê dîyar kiribû ku XBB li wir li 10 eyaletan hatine dîtin û 7 ji wan li rojhilata bakurê welêt in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG