Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya ji Destpêbûna Operasyona Dijî Efrînê Heta Niha 20 Caran Çek Firotine Tirkîyê


Tankên Leopard yên Almanî niha li Efrînê tên xebitandin
Tankên Leopard yên Almanî niha li Efrînê tên xebitandin

Weşangera dewleta Almanî, Deutsche Welle (DW) ragihand ku Almanya ji destpêbûna operasyona Tirkîyê ya ser Efrînê vir ve, firotina çekan ji Tirkîyê re pirtir bûye.

DW bal dişkîne ku destûrên ku di 54 rojên ji destpêbûna operasyonê vir ve hatine dayîn ji tevahîya firotinên nav sala 2017’an zêdetir e.

Di 2017’an de 14 destûrname ji firotina çekan ya bi buhayê €3.6 mîlyon ji Tirkîyê re hate dayîn û ji 20’ê Rêbendanê heya îro bu buhayê €4.4 mîlyon, 20 destûrnameyên firotina çekan ji Tirkîyê re hate dayîn.

Berevajîya van agahîyên nû, hikûmeta Almanî di meha Şubatê de ragihandibû ku wê firotina çekan ji Tirkîyê re cemidandiye.

Di nav çekên ku hatine firotin de tiving, tank, roket, maşîneyên zirxîn yên leşkerî û teknolojîya çavdêrîyê hene.

Parlamenterê Partîya Kesk, Omid Nouripour hikûmeta Almanî bi xapandina bîragiştî ya li ser wê mijarê tawanbar kir.

XS
SM
MD
LG