Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Jinên Almanî Serdana Kampên Efrînîyên li Şehba Kir


Şanda jinên Almanî ku bi serdanekê gihiştibû Herêma Şehba, piştî hejmarek hevdîtin û lêgerîn gera xwe li wir bi dawî kir.

Şanda ku bi vexwendina rêxistina jinan Kongreya Star derbaz Bakurê Sûrîyê bûbû, ji 4 jinên aktîvîst pêk dihat.

Şandê serdana her du kampên Fafîn û Til Sosîn kir ku bi hezaran penaberên ji Efrînê lê bi cih bûne.

Endamên şandê herwiha li çend navendên tendirustîyê yên Heyva Sor ya Kurd gerîyan û ji nêz ve rewşa mirovî û saxlemî şopandin.

Di dawîya serdana xwe de jinên Almanî daxuyanîyeke hevbeş da çapemenîyê û soza destekdayîna jibo derbederan dan.

Derbara serdana jinên Almanî de Fatme Lekto, berpirsa têkilîyên Kongra Star, agahî bi Dengê Amerîka re parve kirin.

NR_05_10_2018_Şanda_Alman
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG