Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Divê Hikûmeta Sûrî Hesaba Êrîşên Kîmyayî Bide


Almanya dibêje ku divê hikûmeta Sûrî jiber êrîşên kîmyayî yên kujer yên dijî gelê xwe, berpirs were girtin

Berdevkê hikûmetê Steffen Seibert îro ji peyamhinêran re got ku divê dîmenên piştî êrîşa Şemîyê ji Dûma, me hemîyan rake ser pîyan.

"Kiryarên rejîmê rûreşî ne, nemirovane ne û qanûnên mirovahî yên navnetewî binpê dikin. Divê ev kiryar bê ceza nemînin."

Seibert hişyarî da Rûsya ku wek piştevana serekî ya rejîma Sûrî, nema bi vetoyan lêpirsînên Civata Ewlekarî yên ser xebitandina çekên kîmyayî asteng bike.

XS
SM
MD
LG