Karbidestên Almanya îro Pencşemê ragihand ku polîsan di pevguhertina guleyan de zilamek kuştîye, li nêzî konsolosxaneya Îsraîlê û muzexaneya dîroka Nazîyan ya li bajarê Munchenê.
Wezîrê navxweyî yê eyaleta Bavyera Joachim Hermann got ku nasnameya kesê bi polîsan re pevçûna çekdarî derket hîna nehatiye dîyar kir.
“Jiber destwerdana polîsan, êrîşkar hat sekinandin, “ wî got.
Berdevikê polîsê Bavyera jî ragihand ku got ku di destê gumanbar de "çeka lûle dirêj" hebû, ya ku tivingek kevn e.
Medya Almanî jî ragihand ku gumanbarê çekdar welatîyek Awusturya yê ciwan bû û vê dawîyê çûbû Almanya û li devera Salzburg ya Awusturya li nêzî sînorê bi Bavyera re dijîya.
Çekdar ji alî yê karbidestên ewlehîyê ve wek îslamîstekî dihat naskirin, li gor medya Almanî.
Wezareta derve ya Îsraîlê dîyar kir ku di bûyerê de ti kes ji karmendên konsulxaneyê wê birîndar nebûye.
Wezaretê got ku konsulxane Îsraîlê jibo bîranîna komkujîyekê girtî bû, di salvegera êrîşa 1972’an li Olîmpiyatên Munchenê, ku milîtanên Filîstînî 11 werzişvanên Îsraîlî kuştibûn.
Armanca çekdarê di bûyera îro de hat kuştin, heya niha dîyar nebûye, lê wezîr Herrmann got ku polîs wê lêpirsîne bike, ka têkilîya wê bi salvegera komkujîyê re heye yan na.
Piştî bûyerê, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog ragihand ku wî bi hevtayê xwe yê Almanî re axifîye.
"Me jiber êrîşa terorê ya vê sibêyê şermezarkirin û xema xwe ya hevpar dîyar kir," Herzog li ser X’ê got.
Li qada bûyerê, Muzexane û enstîtuya lêkolînê , li nêzî konsolosxaneya Îsraîlê ya li taxa Maxvorstadt a Munchenê ye, ku ser dîroka rejîma Nazî ya Almanya ya salên 1933-45an disekine.
Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser pevguherîna agir wek bûyereke girîng bi nav kir.
"Parastina navendên Îsraîlî pêşînîya serekî ye," wê got.
Jêder: Reuters