Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Hemwelatîyekî Me jiber Tawanên Terorîzmê Hatiye Girtin


Wezareta Derve ya Almanya îro Înê ragihad ku ew alîkarîya xizmetên konsulxaneyî dide hemwelatîyekî Alman ku ji alîyê Tirkîyê ve hatiye girtin.

Wezaretê da zanîn ku dadgeha Tirk 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li hemwelatîyê wê birî, bi îdiaya ku ew endamê rêxistineke terorîst e.

“Ew biryar, biryara sîstema dadwerîya Tirk e. Em pêşbînî dikin ku hemwelatîyê me ligel parêzêrên xwe yên Tirk, wê hemî bijareyên qanûnî yên berdest bi kar bîne.”

Hevdem, berdevkekî wezareta berevanî ya Almanya got ku nasnameya kesê girtî ji hêla medya Almanî ve wek Patrick K. hat eşkere kirin û ew kes 29 salî ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya bi bîr xist ku niha herî kêm 5 hemwelatîyên Almanya, jiber sedemên sîyasî li Tirkîyê girtî ne, lê wî zelal nekir ku cezaxwarina wan jî sîyasî ye yan ne.

XS
SM
MD
LG