Dozgerîya Almanî, ku bi bûyera ketina firoka Germanwings mijûl e, îro Înê bi daxuyanîyekê li ser firokevan Andreas Lubitz weşand.
Daxuyanî dibêje, wan hin delîl peyda kirine ku nexweşîyeke girîng ya Lubitz hebû û wî ew nexweşî ji Lufthansa veşartîye.
"Me di lêgerîna du malên Andreas Lubitz yê 27 salî de kaxizên dirandî dîtin ku nîşan didin ew nexweş e. Yek jî wan, rapora doktor e ku roja ketina firokê îzin daye wî ku neçe kar.”
Daxuyanî bi berdewamî dîyar dike ku belgeyên saxlamîyê hatine dîtin ku nexweşîyeke Lubitz ji berê de hebûye û wî tedawî li ser wê nexweşîyê didît.
Daxuyanîya dozgerîyê zelal nekir nexweşî çi ye, lê raportên medyayî dinivîsin ku Lubitz ketiye depresyonê.