Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Almanya Zêdekirina Hêzan li Afganistanê Biryar Dide


Parleman; Elmaniya Berlin (Bundestag)
Parleman; Elmaniya Berlin (Bundestag)

Îro Pêşemê 17î mehê, parlamana Almanya (Bundestag) bi piraniya dengan, hinartina hin hêzên din jibo Afganistanê êrê kir.

Li gor biryara parlemana Almanya divê welatê wan hind hêzên zêdetir bişîne Efganistnaê da ku bibe piştevanî jibo wan hêzên Almanya û yên hevpeymaniya NATO yên ku niha li Afganistanê dimînin.

Bi erê kirina biryarê dê 850-980 serbaz di sala nû de (2016) biçin Afgansitanê, jibo vê biryarê, 480 endaman dengê erê bikar aniye, 112 li dij û 10 endam, bêdeng man e.

Wezîrê derve yê NATO destpêka vê mehê dabû eşkere kirin ku, hevpeymaniya NATO dê 12000 leşkerên xwe li Afganistanê bihêle, ji wan nizîkî 7000 hezar leşkerên Amerîkî û 5000 yên welatên din yên endamên NATO yê ne.

Mebesta hinartina van hêzan ewe daku, hêzên ewlekariya Afganstanê perwerde bikin, hevkariya wan bikin.

Li gor destûra bingehîn ya Almanya hîç hêzek bo derve nayê şandin, eger parleman biryarê nede.

Almanya giring dibîne ku rêjeya koçberiya ji Afganistanê kêm bibe, ew dixwazin rewşa welatê wan baş bikin, daku ev hejmara zêde ya koçberên Afganî ber bi Ewrupa ve neyên.

XS
SM
MD
LG