Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Elmanya Bergumanê Êrîşa bi Kêrê Hate Girtin


Navenda werzîşê ku cihê êrîşa hefteya borî bû. Duisburg, Elmanya.
Navenda werzîşê ku cihê êrîşa hefteya borî bû. Duisburg, Elmanya.

Deshilatdarên Elmanyayê îro Yekşemê ragihand ku bergumanekî êrîşa hefteya borî ya li navendeke werzîş û rahênanê li bajarê Duisburg hate girtin.

Di wê êrîşa ku bi kêrê hatibû kirin de çar kes bi giranî birîndar bûn.

Polîsê Elman û dozgeran di daxuyanîyekê de gotin ku berguman hatiye girtin welatîyekî Sûrî yê 26 salî ye. Ewê roja Duşemê her ber dadwerekî da ku biryar were dayîn ka gelo dê jibo hewildana kuştinê girtî bimîne heta ku tawan li dijî wî bên çespandin.

Polîs roja Înîyê wêneyên bergumanî belav kirin ku bi rîya kamereyên çavdêrîyê yên nêzîkî cihê êrîşê hatibûn kişandin. Desthilatdaran 2,200 dolar wekî xelat pêkêş kirine jibo kesên ku agahîyan derbarê girtina bergumanî bidin.

Du kesan, yek Elman û yek jî Sûrî, roja Şemîyê bi hineke agahî çûn cem polîs û ev yek jî bû sedema girtina kesê berguman. Polîs dîyar kir ku di dema girtina ser bi mala bergumanî li Duisburgê du kêr hatin dîtin ku dibe di êrîşê de hatibin bikaranîn.

Berguman di sala 2016'an de mafê penaberîyê li Elmanyayê wergirtîye û ti rekordên wî li cem polîs nebûye, li gor dozger û polîsan. Vekolîn derbarê egerên vê êrîşê hîn berdewam dikin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG