Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Salverag Rûxandina Dîwarê Berlînê Vedijîne


Almanya îro Şemiyê salvegera 30î ya rûxandina dîwarê Berlînê vejand.

Serkirdeyên Almanya, Polonya, Hengarya, Slovakya û komara Çîk di merasîman de beşdar bûn li kolana ku beşek ji dîwarê Berlîn hîn lê maye.

Rawêjkara Almanî Angela Merkel got:

“Dîwarê Berlînê me fêr dike ku ti dîwar nikarin azadiya xelkê berbend bike, îca ne girîng e çiqas bilind û pan be."

Di vê boneyê de, peykerekî nû yê serokê 40î yê Amerîka Ronald Reagan li pêş balyozxaneya Amerîka li Berlînê hate danîn. Dîwarê Berlînê di serdema Ronald Reagan de, roja 9ê meha 11an a sala 1989an hate rûxandin.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Înê, di rêweresma gihîştina peyker amade bû.

Peyker dema gotareke Reagan a sala 1987an bi bîr tîne ku tê de fişarê dide ser serokê yekîtiya Sovyetê yê wê demê Mîxaîl Gorbatşov ji bo daxistina dîwêr.

XS
SM
MD
LG