Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya FDP Ya Almanyayê Piştevaniyê Dide Peymana Sê Alî


bundestag
bundestag

BERLÎN, 5 Kanûnê (Reuters) - Endamên Partiya Demokratên Azad (FDP) ku alîgira karsaziya Almaniya ye roja Yekşemê bi piraniyek mezin deng da piştgîriya peymana koalîsyonê ya bi serokatiya Sosyaldemokratan (SPD) û Keskan – Die Grûne, û rê li hember hevpeymaniya sêqolî ya avakirina hikûmetek nû li Almanya dike û weke hikûmeta "trafîklayêt" tê nas kirin, ku tê çaverêkirin hefteya bihê kabîne ava bibe.

Hikûmeta koalîsyon, li asta welatê federal ya yekemîn di navbera jîngehparêz Keskan-Die Grûne bundins/90, Partiya Lîberal FDP û partiya SPD Çepgirên Navendî ya bi rêberiya Olaf Scholz.

SPD, dê dawî li hikûmeta 16 salan ya Mihafizkar ya bi pêşengiya Şêwirmend Angela Merkel bîne, ku Merkel 16 salan Serokwezîr bû di du termên hikûmeta Almanî de.

Partiya SPD'ê doh Şemiyê peymana sêqolî pejirand bû, Partiya Kesk – Die Grûne jî Duşemê dê rapirsiyê li ser peymanê encam bide.

Her sê partî bi hêvîne ku parlemento "Bundestag" dê roja Çarşemê bo pejirandina Olaf Scholz weke Şêwirmendê nû yê Almanya erê bike.

Hevbendiya her sê partiyan ku bi "Trafîklayêt", tê naskirin jiber rengên partiyan, wê serdemek nû ya têkiliyên bi Ewropa re bidin destpêkirin, û plan dike ku dîjîtalkirina parzemîna Ewrupa bilez bike û aboriya herî mezin pêşbixin û balê bikişîne ser têkoşîna li dijî guherîna avûhewa - klîmayê.

XS
SM
MD
LG