Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civaka Kurd li Almanya Derbarê Destnîşankirina Cem Ozdemir di Kabîna Nû de Çi Dibêje?


Cem Ozdemir, lîderekî partiya Keskan li Almanya û kandîdê wezarteaÇandinê di kabîneya nû ya hikûmeta Almanya de.
Cem Ozdemir, lîderekî partiya Keskan li Almanya û kandîdê wezarteaÇandinê di kabîneya nû ya hikûmeta Almanya de.

Pişt hilbijartinên giştî li Almanya û danûstandinên domdar yên derbarê avakirina kikûmetek nû ya koalîsyon, sê partiyên ku di hilbijartinan de serketine li hev kirin, ji bo avakirina hikûmetek nû ku bibe şûngira hikûmeta Angela Merkel ya ji partiya CDU- Yekîtiya Krîstiyanên Demokrat.

Roja 24ê Mijdarê lîderên her sê partian; SPD - Partiya Sosiyal Demokrat, FDP - Partiya Lîberal û Die Grûne - Partiya Keskan lihev kirin ku hikûmetek koalisyon ya ku weke hikûmeta "Trafîk Layêt" tê naskirin jiber rengên partiyan yên Sor, Zer û Kesk ava bikin.

Cem Ozdemir ku demek dirêje di nava siyaseta Almanya da ye û lîderiya partiya Kesan kirîye û weke kasayetiyek demokrat û aştîxwaz tê naskiri û dosê civakên biyanîye li Almanya di nav de civaka kurd, di kabêneya nû de weke wezîrê Çandinê hatiye destnîşan kirin, çend kesayetiyên civaka Kurd derbarê Cem Ozdemir û destnîşan kirina wî di kabîna nû de bo Dengê Amerîka axiftin, pêşî Selah Mûsa Karsazê Kurd û kesê nêzîkî Cem Ozdemir, ku li bajarê Bonn a ASlmanya dimîne got, "Cem Ozdemir, ew bixwe ji malbatek karkere, babê wî di salên 1960an de hatiye Almanya ji Tirkiyê, lê koka wî Çerkezك Tirkiyê ye, Ew kesekî demokrate, li gel kêmnetew û kêm olan e, pêşketîye, di gelek waran de alîkariya Kurdan kirîye".

Mûsa Herwiha dibêje "Cem lîderiya partiya Kesنan kirîye û cara yekê ye wezîrekî biyanî dikeve di hikûmeta Alman ya gelemberî de."

Parêzer û welatiyê Alman yê ji Herêma Kurdistana Îraqê parêzer Îbrahîm Spîndarê dibêje "Eger bi çavê Almanan lê binêrîn, destnîşan kirina wî weke wezîrê Kiştûkalî, di cihê xwe daye, jiber têkiliyên kiştûkalî û di mecalên din de jî yên têkliyên di navbera Tirkiyê û Almanya de, dê baş be."

Îbrahîm dîsan dibêje "Di aliyê siyasî de jî ez dibînim, ku Cem Ozdemîr ne mirovekî neteweparêzê Tirke, yan tundra ye, ez bawer nakem, bandorek nerênî li ser pirsa netewî ya Kurdistanî hebe."

Fêrgîn Melîk Aykoç ku welatiyekê Kurd-Alman e û li herêma Frankfrut dijî, mamostayê xaninişîn û lêkolere derbarê Ozdemir dibêje "Cem Ozdemir bixwe ji Kêmneteweya Çerkezan e, ji mêje ye hatiye vêderê , însanekî demokrate, li Almanya mezin bûye û bi çanda Almanî mezin bûye."

Aykoç dîsan dibêje "nakokiyên wî bi rêveberiya dewleta Tirk re jî gelek in, bi taybetî jî, xeta Erdogan".

Endamê Civata Roşenbîriya Kurdî li Berlin Kirmanc Harîkî derbarê Ozdemir got "Cem Ozdemir raste kabirayek ji regez da Tirke, lê perwerde û exlaqê wî perwerdeya vêre ye, û di nava partiyek Almanya siyasetê dike, divê em Kurd bi eqliyeteke panoramayî, vekirî lê mêze bikin û wî pitir bikîn dost."

Tê çaverê kirin ku di 15ê meha Kanûnê de hikûmeta nû ya Almanya ya koalisyon û gelemperî bihê ragihandin, weke mediya Alman dide zanîn ku hin rexne hene li ser destnîşan kirina Cem Ozdemir weke wezîrê Çandinyê, jiber ku tê gotin ku Ozdemir di mecalê Çandiniyê de pisporî nîne.

Herwiha tê dîtin ku hikûmeta nû ya şûngira hikûmeta Angela Merkel, têkiliyên wê baş bin li gel Washingtonê, bi taybet di mecalê klîma û parastina jîngeh de, berhingariya li hember Rûsiya û piştevaniya pirsa Ukrayna li dij Rûsya, dîsan di warê hewildanên Çînê yên serdestiya aborî de li cîhanê, Berlin li gel Washington pirrtir dê hevkar be û di nava NATO yê de jî têkiliyên baştir hebin her çende Berlin ji daxwaza Washington ya dana zêdetir pereyan bo NATO yê nerazî ye.

Civaka Kurd li Almanya li Ser Cem Ozdemir Diaxife
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:18 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG